Cîhan
Erebistana Si’ûdî ji Brîtanyayê balafirên ser dikire
Erebistana Si’ûdî ji Brîtanyayê 48 heb balafirên şer yê Typhoon dikire. Di navbera Erebistanê û Brîtanya de, şîrketa bi navê BEA System ya Brîtanî wê 48 heb balafir çêbike û bide Erebistanê. Peymana navbera her dû dewletan hat îmzekirin.
Peyman li ser navê Erebistanê ji aliyê Prens Muhammed Bin Salman ve hat îmzekirin. Salman bo 3 rojan çûbû Îngîltere û peymanê li wir îmze kiribû. Li gor medya Îngîlîzan bedela peymanê an ku bedela 48 balafirên Typhoon 10 mîlyar sterlin e.
Xelkê li dijî şer, li ber derê Parlementoya Brîtanyayê civiya û firotina balafiran protesto kirin.