Êrîsa Rûsyayê li ser herêma Xarkovê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa Rûsyayê ya li ser herêma Xarkovê ya bi balafirên bêmirov ên bi tîpa 'Şahed' de 3 jê zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku Rûsyayê bi balafirên bêmirov li xaniyan xist û zêdeyî 15 xaniyan zirar dîtin.
Serokê Îdareya Leşkerî ya Herêma Xarkovê Oleg Sînegubov di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Rûsyayê bi şev bi balafirên bêpîlot ên cureya "Şahed" li herêma Xarkovê êrîşek pêk anîn.
Sînegubov diyar kir ku di êrîşê de 3 jê zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Xarkovê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Rûsyayê bi balafirên bêpîlot li xaniyan xistiye û zêdeyî 15 xanî zirar dîtine.
Di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê de hat parvekirin ku Rûsyayê bi 26 balafirên bêmirov ên cureya "Şahed" êrîş biriye ser axa Ukraynayê.
Herwiha hat diyarkirin ku 18 balafirên bêmirov ji aliyê hêzên parastina hewayî ya Ukraynayê ve hatine îmhakirin.