TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîsê Kemal Kiliçdaroglu kirin û di malekî de asê ma

Admin M
Nivîskar
📅 21 nîsan 2019 18:58

PeyamaKurd- Serokê partiya CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu îro li navçeya Ankara Çubukê ku cenazeyê leşkerekî yê bi navê Yener Kırıkcı dispartin xakê, tevlî merasima cenaze bû. Di nava kesên ku cenaze radikirin de grûbekî êrîşe Kemal Kılıçdaroğlu kir. Di dema cenaze de û piştî rakirina cenaze jî êrîş dewam kir.

Tîmên polîsan Kılıçdaroğlu birin malekî û niha nikarin wî ji malê derxin. Li dora malê hêzên asayîşê tedbîran sitendine lê grûba êrîşker keviran davêjin malê. Hat gotin ku halê Kılıçdaroğlu baş e.

Parve bike: