Cîhan
Êrîsê ser madena zêr kirin û 22 kesan kustin
PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Nîjeryayê li eyaleta Zamfarayê komek kesên çekdar êrîş birin ser ciyê ku madena zêr jê derdixin û hema bi her aliyê de bi guleyan li kesên wê derê xisitin. Di encamê de 22 kes li wê derê jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Li gor ragihandina çapemeniya wê derê kesên bi motorsîkletan çûne ciyê madenê li xelkê wê derê xistine.
Li heman eyaletê duhî 317 keçên dibistanê hatibûn revandin.