TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîsên li dijî HDPê zêde dibin!

Admin V
Nivîskar
📅 05 hezîran 2018 14:00

PeyamaKurd- Roj naçe ku li derekê HDP leqayî hinek êrîşên nijadperest nebe. Vê carê jî li Boluyê serokatiya HDPê ya bajêr leqayî êrîşeke nijadperest hat.

Hat ragihandin ku duh nîvê şevê li bajarê Boluyê endamên partiya HDPê xwestin ku alên partiya xwe bi xaniyê Serokatiya bajêr ve daleqînin. Lê belê komeke nijadperest li dijî wan bertek nîşan dan û nehiştin ku alên xwe daleqînin. Namzetê MHPê yê Boluyê yê rêza yekemîn Adem Evcil û hinek kesên dî alên HDPê yên ku hatibûne daleqandin ji cihê wan anîn xwarê û şewitandin.

Ji ber ewlehiyê endamên HDPê ji xênî derneketin.

HDPê ragihand ku ji van êrîşan MHP û AKP berpirsiyar in.

Li gorî agahiyan, polîsan jî mudaxeleyî komê nekirine.

Parve bike: