TR KU SO
FB X
Cîhan

Esed: Me deriyê muzakereyê ji HSDê re vekir!

Admin V
Nivîskar
📅 31 gulan 2018 14:02

PeyamaKurd- Serokê Sûriyê Beşar Esed di derbarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de axivî û got ku, em ê herêmên di destê HSDê de ji wan bistînin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed ji “Russia Today”ê ji axivî û got ku di destpêkê de em ê bi HSDê re muzakereyan bikin, me deriyê muzakereyê vekiriye. Ev rêya pêşî ye. Lê heke em encamekê nestînin, em ê bi zorê, herêman ji qontrola HSDê derbixin.

Ji bo Amerîkayê jî Esed wiha axivî: Amerîka li vê derê dagirker e. Divê ji rewşa Iraqê dersê bistîne û ji vê herêmê jî derkeve.

Parve bike: