Kurdistan
Mesrûr Barzanî: Deriyê Kurdistanê ji veberhêneran re her tim vekirî ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Îlonê piştî vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Xanûber û Veberhênanê li Hewlêrê, peyamek li ser hesabê xwe yê Xê parve kir.
Serokwezîr Barzanî bibîr xist ku di pêşangehê de 300 kompaniyên navxweyî û navdewletî cih digirin.
Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku tevî hemû dijwarî û kêşeyên ku li herêmê rû didin, Kurdistan bê navber li ser pêşveçûn û geşebûnê ye û tekez kir ku herêm ji bo pêşwaziyeke berfireh a veberhênerên cîhanî amade ye.