Cîhan
Esper: Hin lesker li qadên petrolê digel HSDê dimînin
PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper, ragihand ku wê hinek hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî qadên petrolê bimînin û hevkariya bi HSDê re jî dewam bikin.
Mark Esper da xuyakirin ku mebesta mayîna hinek leşkerên Amerîkî ew e ku digel HSDê nehêlin DAIŞ û hinekên din xwe bigihînin qada petrolê.
Esper herwiha destnîşan kir ku hîn biryareke Amerîkayê ya teqezî ji bo mayîna wan leşkerên bimînin nîne û karê Pentagonê ew e ku li bijardeyên cuda binêre.