TR KU SO
FB X
Cîhan

Fas teklîfa alîkariya Cezayîrê red kir

Admin M
Nivîskar
📅 13 îlon 2023 01:56

PeyamaKurd – Li ser erdheja li Fasê ya bi pileya 7an gelek dewlet destê alîkariyê dirêjî Fasê kirin ku di nav wan de dewleta Cezayîrê hebû. Dewleta Cezayîrê ragihandibû ku balafirgehên xwe ji balafirên Fasê û birîndaran re vekiriye. Lê ji Fasê bersiva redda desteka Cezayîrê hat dayîn. Wezareta karên derve ya Cezayîrê weha got:

“Hukumeta Cezayîrê pêşniyar kiribû ku desteka mirovî bide xelkê Fasê lê qraliyeta Fasê bi fermî ragihand ku pêdiviya wê bi desteka Cezayîrê tine.”

Cezayîr 3 balafirên xwe amade kiriye ku destekê bide mexdûrên erdheja Fasê lê wezareta karên derve ya Fasê ji bo balyozê Cezayîrê yê Kazablankayê gotiye ku pêdiviya Fasê bi destekja Cezayîrê nîne.

Li ser du mijaran têkiliyên navbera Cezayîrê û Fasê xweş nînin. Yek ji wan têkiliyên Îsraîlê û Fasê ne ku Cezayîrê bi nêzîkbûna Îranê tewanbar dike. Ya duyem jî ew e ku li ser mesela Sahra Rojava li hev nakin. Fasê di sala 1976an de dema Îspanya ji Sahrayê Rojhilat vekişiya, Fas Sahrayê xist bin destê xwe. Cezayîr piştî mijarê destekê da rêxistina Sahrayê ya ku ji bo serxwebûna Sahrayê şerê çekdarî dida yanî rêxistina POLISARIOyê.

Parve bike: