Ferhad Etrûşî: Di nav mala Şîe de krîzeke kûr heye
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî, îro di konferanseke rojnamevaniyê de aşkere kir ku di nav "Çarçoveya Hevahengiyê" de krîzeke kûr derketiye û hêzên Şîe bûne du enîyên dijberî hev.
Etrûşî destnîşan kir ku nakokî bi taybetî di navbera enîya Nûrî Malîkî û enîya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî de ye. Bi gotina Etrûşî, ev milmilaneya siyasî ya li ser dabeşkirina postan û rêvebirina hikûmetê her roj kûrtir dibe û gihîştina çareseriyekê di demeke nêz de ne hêsan xuya dike.
Etrûşî bal kişand ser guherîna hevsengiyên di nav parlamentoyê de û diyar kir ku Sûdanî niha xwediyê fraksiyona herî mezin a Şîe ye ku hejmara parlamenterên wî di navbera 46 heta 50 kesan de ye.
Cîgirê Serokê Parlamentoyê tekez kir ku ji ber vê hêza nû ya Sûdanî û Malîkî, mala Şîe di qonaxeke zehmet de derbas dibe. Ev daxuyanî di demekê de ne ku li Bexdayê hewildanên ji bo pêkanîna hikûmeteke nû, di bin siya nakokiyên navxweyî û aloziyên herêmî de berdewam dikin.