TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandarên Derayê bûne hevalê Rejîmê!

Admin V
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2018 16:02

PeyamaKurd- Fermandarên rêxistinên çekdar yên îllegal berxwedana xwe bi dawî kirin û li cem Artêşa Rejîma Sûriyê cihê xwe girtin.

Di derbarê mijarê de Serokê Navenda Çavdêriya Agirbesê ya Rûsyayê ya li Sûriyê Aleksey Tsigankov daxuyaniyek da û got ku li Derayê, piraniya komên çekdar yên îllegal têkoşîna xwe xilas kirin û bûne hevalbendên Artêşa Sûriyê. Di navbera hikûmet û komên çekdar de hindik maye ku şer xilas bibin. Em hatine dawiya vê pêvajoyê.

Tsigankov got komên ku tevlî Artêşa Sûriyê bûn, 2 tank û cemseyeke zirxpûş û gelek çek û guleyên çekan jî teslîmî Artêşa Sûriyê kirin.

Parve bike: