Cîhan
Fidan: Talûka şerê dirêj bike li herêmê zêde bûye
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan derketibû geşta sê welatên Kendavê û got ku Îsraîl şer dabû destpêkirin û dibe ku şer dirêj bike.
Fidan, ragihand ku talûka şer ya ku temamê welatên Kendavê bikşîne nav xwe, zêde bûye.
Hakan Fidan raveya xwe piştî seredana Erebistana Saûdiyê, Qatar û Îmaratan kir.
Fidan got ku rave dikin ku li welatên Kendavê dibe şer 2 an 3 hefte dirêj bike lê Îsraîl dixwaze şer dirêj bike û dikare bandorê li ser DYAyê bike. Hakan Fidan got:
“Ji bo şer zû biqede, em hewl didin ku li temamê herêmê xebatên xwe yên dîplomatîk bikin û em ê dewam bikin.