TR KU SO
FB X
Cîhan

First Lady Jill Biden li Romanyayê seredana Ûkraynayiyan kir

Admin M
Nivîskar
📅 07 gulan 2022 23:56

PeyamaKurd – Hevjîna serokê Amerîkayê Jill Biden seredana Romanyayê kir û li Romanyayê bi penaberên Ûkrayna re hevdîtin kir. Jill Biden li Romanyayê bi hevjîna serokê Romanyayê bi Carmen Lohannis re seredana dibistanekî kir. Li dibistanê bi mamoste û xwendevanên Ûkraynî re civiya. Di seredanê de Biden weha got:

“Ya rast hun dikarin bibînin ku zarok dilşikestîne. Ûkraynî dizanin ku em bi wan re ne. Mamoste alîkariya zarokan dikin da derûniya wan lihev rast bikin û bi travmayan re serî derên.”

Hat ragihandin ku First Lady Biden bi sedema ku seredana Slovakyayê bike derketiye rê û di geşta xwe de, wê bi serokê Slovakya re bicive.

Parve bike: