TR KU SO
FB X
Cîhan

Firtûna qûmê 19 kesan kust

Admin M
Nivîskar
📅 08 hezîran 2019 03:38

PeyamaKurd-Li welatê Hindistanê li eyaleta bi navê Uttar Pradeş ê firtûna qûmê çêbû û bû sedema ku 19 kes jiyana xwe ji dest dan. Di mirina 19 kesan de ne tenha firtûna qûmê lê brûsk jî li xelkê da. Di nava kesên mirî de hene ku di bin darên ketin de man û hene yên ku brûsk li wan da. Di her dû bûyeran de 49 kes jî birîndar bûn. Di firtûnê de gelek heywanên xelkê telef bûn.

Serokwezîrê eyaleta Uttar Pradeşê Yogi Adityanath got ku wê alîkariya wan mexdûrên ku di firtûnê de zerarê dîne, bikin.

Parve bike: