Cîhan
Li Çînê ji ber firtûna Bavi 1,8 milyon kesan tehliye kirin
PeyamaKurd – Li Çînê li Rojhilatê wê li eyaletên Zhejiang û Fujianê bi sedema firtûna Baviyê 1,8 milyon kes tehliye kirin. Li Taywanê jî 87 kes birîndar bûn û li Filipinê 17 kes mirin.
Rayedarên Çînê gotin ku bende ne heya siba firtûna Bavi bigihê bejayiyê û lewra ew çend kes tehliye kirine.
Çîn, ji ber bobelata Baviyê rewşa xwe ya awarte dewam dike. Li Japonyayê li giravên Sakishima, barana xwurt û bayê xwurt heye û bobelata Baviyê ber bi Çînê ve dibe.
Çînê tedbîrên li lîmanan û li gundewaran zêde dike. Konteyniran sabît kirin û keştiyan birin lîmanên bi ewle. Li gundewaran golet, newal û sehayên ku ji bo hezê bi talûkene tedbîr û kontrolên wan dernan zêde dikin.