Cîhan
Fransa: “Eger êrisa kîmyayî rast be emê Esed bikin hedef"
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, ragihand ku, "Eger êrişa kîmyayî li Sûriyê were piştraskirin emê Esed bikin hedefa êrişên xwe."
Jean-Yves Le Drian, di daxuyaniya xwe de ji NYê xwest ku lêkolînên bilez li ser vê mijarê bike û êrişa kîmyayî piştrast bike.
Herwiha bal kişand ser daxuyaniya pêşî ya Macron ku gotibû eger Esed êrişa kîmyayî bike dê Fransa yekalî rejimê bike hedef.