Cîhan
Gelo wê YPG ji Minbicê derkeve?
PeyamaKurd - Li gorî plana Minbicê ku tê pêşbînîkirin Tirkiye û Amerîka wê ji 4ê Hezîranê şûnde bicih bikin, wê YPG ji herêmê derkeve.
Li gorî îdîayên medyaya Tirkan Amerîka û Tirkiyeyê bi awayekî teknîkî li hevdu kirin ku YPG ji Minbicê derkeve.
Lêbelê lihevkirin wê di hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo de were ragihandin.
Li gorî plana Minbicê wê YPG ji herêmê derkeve.
Çavkaniyên xeberê diyar kirin ku muhtemel e hin hûrgiliyên peymanê di civîna Washingtonê de biguherin lêbelê dê esasên bingehîn werin parastin.
Li gorî vê, heger di 4ê hezîranê de îmzeyên dawîn ên lihevkirinê bên avêtin, unsûrên YPGê wê li gor bernameya were diyarkirin ji Minbicê derkevin.