Cîhan
‘General Mezlûm’ diçe Washingtonê
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî (Kabonî) li demeke nêzîk serdana Washingtonê dike û rewşa dawî bi rêveberên Amerîkayê re gotûbêj dike.
CNN Internationalê ragihand,”General Mezlûm Ebdî ji bo rewşê guftûgo bike ji bo Washingtonê hatiye vexwendin.”
Piştî êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de jî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Mezlûm Ebdî re pêwendiyeke telefonî pêk anîbû.
Herwiha piştî rêkeftina navbera Amerîka-Tirkiyê ya ji bo agirbestê jî Senator Lindsey Graham bi Ebdî re pêwendiyeke telefonî pêk anîbû û gotibû, ew ji êşên ku Kurd dikişînin têdigihe û guhertina demografiyayê ji aliyê Tirkiyê ve tê maneya qirqirkirina etnîkî.