TR KU SO
FB X
Cîhan

Grûba bi navê “Soresgerên Cotmehê” li ber Xeta Kesk xwepêsandan kirin

Admin M
Nivîskar
📅 03 îlon 2022 00:45

PeyamaKurd – Li Bexdayê grûbekî ku navê “Şoreşgerên Cotmehê” li xwe daniye li ber Xeta Kesk li Meydana el-Nisîr xwepêşandan kir.

Grûb xaçekî danî der wêneyê Ammar Hekîm ê ku di bin sîwana koordînasyonê de ye û slogana ‘Wê Îran nema me îdare bike’ qêriya. Grûb xwest bikeve nav Xeta Kesk lê hêzên asayîşê deriyê El Harisiyê girtin û nehiştin grûb bikeve hundir.

Grûba “Şoreşgerên Cotmehê” serpereştiya xwepêşandanên di sala 2019 an de kiribû û zorê dabû Adil Abdulmehdî da îstîfa bike. Di xwepêşandanan de 700 kes miribûn û li dora 17 hezar kes birîndar bûbûn.

Parve bike: