TR KU SO
FB X
Cîhan

Grûbên berxwedêr ên çekdar pêsde diçin û 276 lesker teslîmê Hindistanê bûn

Admin M
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2024 01:42

PeyamaKurd – Di Sibata 2021an de li welatê Mynamarê leşker dest danîbû ser rêvebiriya dewleta Myanmarê. Li hemberê desthilata leşkeran grûbên siyasî yên Myanmarê dest avêtibûn çekan û li dijî leşkerên desthilatdar dest bi şer kiribûn.

Her diçe grûbên çekdar li hemberê desthilata Myanmarê pêşde diçin. Li ser ku zor gihaye rêvebiriya leşkerî ya Myanmarê; 276 leşkerên Myanmarê reviyan Hindistanê û xwe teslîmê Hindistanê kirin.

Li gor ragihandina Hindistanê; leşker li eyaleta Mîzoramê bi çekên xwe ve teslîmê rêvebiriya Hindistanê bûne.

Parve bike: