TR KU SO
FB X
Cîhan

Guterres bo Erdogan: Pêwîst e vegera koçberên Sûriyê li ser daxwaza wan be

📅 02 mijdar 2019 15:17

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî(NY) Antonio Guterres, ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ragihand ku pêwîst e koçberên sûrî,  di çarçova ‘mafên koçberan’ de vegerin bo welatê xwe.

Ji berdevkên Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Farhan Haq di konferanseke rojnamevaniyê de, derbarê serdana Antonio Guterres a bo Tirkiyê û hevdîtina wî ya li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de axivî.

Berdevkê NYê ragihand ku Guterres, di hevdîtina li gel Erdogan de tekezî li ser girîngiya peywendiyên bihêz û herwiha hevkariya wî welatî ya li gel NYyê kiriye. Farhan Haq got ku di hevdîtinê de piştgirî li ser civîna Komîteya Destûra Sûriyê ku li Cenevreyê berdewem dike û herwiha bo proseya siyasî hatiye nîşandan.

Berdevkê NYyê ragihandiye ku Erdogan di wê hevdîtinê de, planek ji bo vegera koçberên Sûriyê ji bo welatê wan pêşkêşî Guterres kiriye. Farhan Haq ragihand ku Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres jî destnîşan kiriye ku pêwîst e, vegera koçberan li ser daxwaza wan, ewle û bi rûmet be.

Haq herwiha got, “Sekreterê Giştî, ji Serokomar Erdogan re ragihand ku ji bo lêkolînkirin û gotûbêjkirina plana Tirkiyê, Komîseriya Bilind a Koçberan a NYyê dê tîmekê pêk bîne.”

Parve bike: