Li Hesekê vegera koçberên Serêkaniyê hat gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û şandeke payebilind a tîma serokatiya Sûriyeyê, ji bo bicihanîna xalên Rêkeftina 29ê Çileyê civiyan daku rêkarên vegera koçber û awareyên Serêkaniyê gotûbêj bikin.
Parêzgariya Hesekê ragihand, di rûniştinê de li ser amadekariyên herî pêwîst hat rawestîn daku vegereke ewle, bi rûmet û bê metirsiya canî ji bo sivîlan were misogerkirin.
Herwiha planên pratîkî yên mîna paqijkirina rêyan ji mayîn û paşmayên şer û dabînkirina hewcedariyên serekî yên jiyanê ji bo kesên vedegerin, hatin gengeşekirin.
Di civînê de hat destnîşankirin ku ji bo serkeftina vê proseya mirovî, divê hevahengiyeke xurt û berdewam di navbera hemû aliyên peywendîdar ên li ser erdê de hebe.
Her du aliyan tekez kir ku temamkirina bilez a rêkarên qanûnî û teknîkî girîng e daku jîngeheke guncaw û aram li herêmê were avakirin.