HDP: Li sûna AKP û MHPê bila namzedê IYI Partî qezenc bike
PeyamaKurd - PeyamaKurd – Hevserokê HDPê yê bajarê Samsun ê Tirkiyê Cevdet Bakin di nirxandina xwe ya bo hilbijartinên herêmî de got, “Li şûna namzedê AKP û MHPê qezenc bike, bila namzedê IYI Partiyê Necattin Demirtaş xîret bike û qezenc bike.”
Li gor nûçeya malpera Samsun Haberê Bakin diyar kiriye ku namzedên wan bo Samsunê nîne û nizanin wê piştgiriya kîjan namzedê bikin, lê AKP mafên mirovan piştguh dike û ne hawîrparêz e, loma jî destekê nadin wan.
Bakin herwiha gotiye, “Em ji hemû partiyên heyî re dibêjin partiyên burjuvayê. Ti partiyeke me ligel wan tifaq çêkiriye nîne. Em destek didin hemû aliyên prensîbên me qebûl dikin. Em li Samsunê tenê ji bo meclîsa şaredariyê namzedên xwe diyar bikin… Bi min li şûna namzedê AKP û MHPê qezenc bike, bila namzedê IYI Partiyê Necattin Demirtaş xîret bike û qezenc bike. Ji vê re îtiraza me nabe.”