TR KU SO
FB X
Cîhan

HDPê bi sefîrên 18 welatan re civîn li dar xist

Admin H
Nivîskar
📅 05 gulan 2020 20:03

PeyamaKurd – Parlamentarê HDPê yê berpirsê Komîsyona Têkiliyên Derve Hişyar Ozsoy bi sefîrên 18 welatan re bi rêya vîdeo konferansê civînek li dar xist û xwest, welatên Yekîtiya Ewropa û welatên din ên bibandor li dijî guhertina yasaya înfazê bêdeng nemînin. 

Parlamentarê HDPê Hişyar Ozsoy bi sefîrên 18 welatan re têkildarî geşedanên li Tirkiyê bi vîdeo konferansê civîn li dar xist.

Di civînê de nûnerên Amerîka, Kanada, Brîtanya, Almanya, Fransa, Îtalya, Hollanda, Belçîka û Îspanyayê amadehî kirin.

Ozsoy ragihand ku wan li ser mijarên; guhertina yasaya înfazê, têkoşîna bi koronayê re, tayînkirina qeyûmên şaredariyên partiya xwe, êrîşên li dijî partiya xwe, geşedanên li Bakûrê Sûriyê û guhertina demografiya li Bakurê Sûriyê, êrîşên li dijî goristanan, rewşa tenduristiya girtiyên siyasî û çalakiyên rojiya mirinê axivîye.

 Ozsoy diyar kir ku wan bi taybet li ser guhertina yasaya înfazê ya bi şîrîkatiya AKP-MHPê pêk hatiye rawestiyaye û bang li wan welatan kiriye; pêwîste Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa li dijî guhertina yasaya înfazê bêdeng nemînin.

Parve bike: