TR KU SO
FB X
Cîhan

Helbûsî: Ezê jî dakevim kolanan!

Admin H
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2019 14:54

PeyamaKurd - Serokê Parlamena Iraqê Muhammed Helbûsî ragihand, heger hikûmeta Iraqê guh nede daxwazên xwepêşanderan ew ê jî derkeve kolanan û bi gel re beşdarî protestoyan bibe.

Helbûsî bang li serkêşên xwepêşandanan kir ku beşdarî civîna taybet a parlamenê bibin û got, heger daxwaziyên xwepêşanderan neyîn bicihanîn ew ê jî derkeve kolanan.

Helbûsî ji xwepêşanderan jî xwest ku bêyî rûbirûbûna bi hêzên ewlekariyê re daxwaziyên xwe yên meşrû bixwazin û got, "Ti cudahiya gendelî û afata terorê ji hev nîne. Emê ji bo marên serekên gendeliyê têkoşînê bidin.”

Li gorî amarên Komiseriya Mafên Mirovan a Iraqê di 5 rojên xwepêşandanên protestokirina hikûmeta Iraqê de, bêhtirî 100 kes hatin kuştin, 3 hezar û 978 kes birîndar bûn û ji 567 kesên hatibûn binçavkirin jî 355 ji wan hatine berdan.

Parve bike: