Cîhan
Hemas: Ji bo vegera me ya Qahîreyê dîrokek nehatiye diyarkirin
PeyamaKurd - Endamê Komîteya Siyasî ya Hemasê Husam Bedran ragihand ku ji bo vegera şanda Hemasê ya Qahîreyê ya ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên agirbesta navbera Îsraîl û Hemasê, heta niha dîrokek nehatiye diyarkirin.
Li gor nûçeya CNNê Bedran gotiye: "Tiştekî nû tune ye. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bersivê neda daxwazên Filistîniyan û van daxwazên gring û rewa red kir.
Bedran hanî ziman ku serenavên wek rawestandina hêrişan, vekişîna ji Xezzeyê, vekirina rêyên alîkariyên mirovî û vegera koçberan ên ku divê bê şert û merc û bê sînor bêne pêkanîn hene.
Şandeya Hamasê ji ber asêbûna danûstandinan, di 7ê Adarê de ji civînên li Qahîreyê vekişiyabû.