TR KU SO
FB X
Cîhan

Hemwelatîbûna Tirkiyê ya bi pereyan tê bihakirin

Admin H
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2020 00:37

PeyamaKurd – Çend salên dawiyê li Tirkiyê ji bo wergirtina mafê hemwelatîbûnê yê biyaniyan şertê 250 hezar dolaran pere yan jî bi qasî wan pereyan kirîna milkan hatibû danîn ku piraniya wan ji welatên erebî bi deh hezaran bi vî awayî pasaport û nasnameyên tirkî wergirtin.

Tê çaverêkirin ji bo sala 2020an bihayê hemwelatîbûnê were zêdekirin û ji 250 hezar dolaran bo 500 hezar dolaran were bilindkirin.

Di sala 2018an de bihayê hemwelatîbûna tirk bi kirîna milkan 1 milyon dolar bû û piştre hikûmetê ew daxistibû 250 hezar dolaran ku piranîyan wan hemwelatiyên ji welatên Iraq, Erebistana Siûdî, Îran, Rûsya û Afganistanê li Tirkiyê milk kirîn û mafê hemwelatîbûnê bidest xistin.

Parve bike: