TR KU SO
FB X
Cîhan

Herî kêm 150 kesan di lehiyê de can da

Admin H
Nivîskar
📅 11 îlon 2023 22:29

PeyamaKurd – Ji ber rabûna lehiya barana zêde ya li herêmên rojhilatê Lîbyayê yên nêzî perava deryayê ziyaneke mezin a canî û madî çêbû.

Li gorî malpera Erebiye, tenê li bajarê Derna yê bakurê rojhilatê Lîbyayê 150 kesan jiyana xwe ji dest da. Desthilata Lîbyayê bajar wekî herêma karesatê îlan kir.

Desthilata Lîbyayê ragihand ku ziyaneke mezin gihîşt binsaziyê û milkan û da zanîn, lêgerîna windahiyan berdewam dike.

Heyva Sor jî ragihand ku di xebatên rizgarkirina malbatên asêmayî de, endamekî wan jiyan xwe ji dest da û hinek jî winda bûne.  

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Ehmed El Mismarî eşkere kir, li bajarê Beydayê dema rizgarkirina malbatên asêmayî, pêwendî ji 5 leşkeran qut bûye.

Hat diyarkirin ku herêmên herî zêde ziyan dîtine, Derna Şehat û Beyda yên li rojhilatê Libyayê ne û li wan herêman rewş ji kontrolê derketiye. Tê çaverêkirin ku hejmara qurbaniyên lehîyê hîn zêdetir bibe.

Parve bike: