Cîhan
Hevserokên HDPê dengê xwe li Stenbolê bi kar tînin
PeyamaKurd – L i Tirkîyê û bakurê Kurdistanê proseya dengdanê dest pê kir, welatî dngê xwe bi kar tînin. Hevserokên HDPê Temelli û Buldan dengê xwe li navçeya Stenbolê Bakirkoyê bi kar tînin.
Hat dîyarkirin ku Hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli û Pervin Buldan dengê xwe li navçeya Stenbolê ya Bakirkoyê bi kar tînin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoğan dengê xwe li navçeya Stenbolê ya Uskudarê; Serokê MHPê Devlet Bahçeli û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê û sroka IYI Partîyê Meral Akşener jî li Stenbolê dengê xwe bikar tîne.