TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevserokên HDPê wê li Stenbolê dengê xwe bi kar bînin

📅 22 hezîran 2019 19:51

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî Wê dengên xwe li Bakirkoya Stenbolê bidin. Sezaî Temellî dê saet 11.30an û Pervîn Buldan jî wê di saet 13.00ê de dengên xwe bi kar bîne

Li Stenbolê xebatên hilbijartinê bi dawî bûn û cihên ku wê Hevserokên Giştî yên HDPê lê dengên xwe bikar bînin jî diyar bûn. 

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan dê li Bakirkoya Stenbolê dengên xwe bidin. Buldan, dê di sindoqa Hejmara 1329 a li Dibistana Seretayî ya Murat Kuluk a Taxa Şenlikkoy a Bakirkoyê dengê xwe bide. Temellî jî, li Dibistana Seretayî a Halîl Vedat Firatli ya Yeşilkoy a semta Yeşilkoy a Bakirkoyê deng bide. 

 

Parve bike: