TR KU SO
FB X
Cîhan

Hêzên Amerîkayê balafira Hûsiyan xist xwar

Admin H
Nivîskar
📅 07 rêbendan 2024 13:19

PeyamaKurd – Hate rgahindan ku hêzên Amerîka yê deryavaniyê ku li Deryaya Sor bicih bûne, balafireke bêmirov a Hûsiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike xiste xwar.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka (CENTCOM) li ser medya civakî Xê ragihand, destroyera USS Laboon a Amerîkayê, li bakurê Derya Sor balafireke bêmirov a Hûsiyan ku ji Yemenê ve hatiye firandin, xiste xwar.

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên Hûsiyan bi ser keştiyên bazirganî de li Deryaya Sor, Amerîkayê hêzeke deryayî şandiye Deryaya Sor û misyoneke bi navê operasyonên berevaniya bazirganiya deryayî ava kiriye.

Parve bike: