Cîhan
Hêzên asayîsa Iraqê li Mûsilê 5 fuzeyên Grad dîtin
PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Iraqê li bajarê Mûsilê 5 heb fuzeyên Grad dîtin. Hêzên asayîşê li ser îxbarê, bo ser erebeyekî operasyon kirin ku tê de berê 3 kes hebûne û di erebê de sîlih û teqemenî hebûne. Hêzên asayîşê bi alikariya hêzên din yên asayîşê dest danîn ser temamên sîlihan.
Sîlihên ku xistibûn erebê û biribûn Mûsilê dê di tevgerên terorê de bikarbianiyana. Lê her 3 kesên di erebê de karibûn berya operasyonê birevin. Sîlihên din hatin îmhakirin lê dest danîn ser 5 fuzeyên Grad û rampayên wan.