Cîhan
Hêzên koalîsyonê 50 milîsên siiyan kustin!
PeyamaKurd- Li Yemenê koalîsyona di bin serokatiya Siûdî Erebîstanê de êrîşeke hewayî li dijî çekdarên Husiyan pêk anî. Di êrîşê de 50 milîsên Husiyan hatin kuştin.
Li Yemenê di navbera Husiyan û hêzên ewlehiya Yemenê de şer û pevçûn dewam dikin. Di derbarê bûyeran de Navend ragihandinê ya Tugayên El-Umalîka daxuyaniyek da û got ku li herêma Beyt El-Fakiyye û El-Cahê, di navbera Hêzên Artêşê û çekdarên Husiyan de şerên giran rû didin.
Hêzên koalîsyonê û balafirên Siûdî Erebîstanê jî êrîşan li dijî Husiyan pêk tînin. Di encamên van êrîşan de bi qasî 50 çekdarên Husiyan hatine kuştin. Di heman demê de hikûmetê dest daniye ser gelek cebilxaneyên Husiyan jî.