TR KU SO
FB X
Cîhan

Hêzên koalîsyonê, Yemenê bi xurtî bombebaran kirin

Admin M
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2019 15:07

PeyamaKurd- Hêzên koalîsyonê yên di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdî de li payîtexta Yemenê, li Sanayê êrîşên hewayî yên tund birin ser çeperên Hûsiyan. Ciyê ku êrîş birine ser, ciyekî leşkeriye û 4 caran li ser ev êrîş kirine. Di babeta encama êrîşan de ti beyanek nehat dayîn.

Bûyer ji aliyê Sky News Arabiya de ku navenda wê Emarate hat dayîn. Di ragihandinê de tenê hat gotin ku bo parastina sîvîlan hemû tedbîr hatine sitendin.

Berdevkê koalîsyonê Turkî El Malikî dibe ku îro civîneka çapemeniyê lidarbixe û di mijarê de agahî bide çapemeniyê.

Parve bike: