Hikûmeta Alman ji bo tevgerên MÎT a Tirkiyê hisyarî da: Dibe ku…
PeyamaKurd – Hikûmeta Almanyayê li ser tevgera zêde ya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) li ser erda wê, hişyarî da û da xuyakirin, dibe ku MÎT li Almanyayê sîxurên xwe zêde bike û êrîşên dijî penaberên Tirk pêk bîne.
Hikumeta Alman ragihand ku di Îlona borî de, desthilatdarên Tirkiyê parêzer Yilmaz S li balyozxaneya wan a Enqerê binçav kiriye, bi tohmeta ku belgeyên penaberên Tirk di dest wî de hebûn û ew jî endamên Tevgera Gulen ên dijberên Erdogan in.
Hikumeta Alman ragihand ku tê çaverêkirin MÎTa Tirk çalakiyên xwe yên sîxurî û hejmara sîxurên xwe zêdetir bike û li Almanyayê êrîşan li dijî penaberên Tirk pêk bîne.
Medya Almanî jî radigihîne ku wezareta derve ya Almanyayê hevkariya xwe bi parêzerên Tirk re qut kiriye, da nebin armanca rêveberiya Erdogan.