Kurdistan
Fransa û Almanya di derbarê tevgerên Tirkiyê de dicivin
PeyamaKurd – Di derbarê tevgerên Tirkiyê yê li Lîbya û li Rojhilata Deryaya Navîn dê Fransa û Almanya bicivin.
Li gor Koşka Serokatiya Fransa ragihand, 20ê Tebaxê Serokomarê Fransa Emanuel Macron û Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, wê di derbarê binpêkirin û zêdegaviyên Tirkiye yê li Lîbya û Rojhilata Deryaya Navîn de kom bibin û wê biryarên girîng di derbarê Tirkiyê de bidin.
Hejayî gotinê ye, berî niha jî çend caran Serokomarê Fransayê daxwaza sizadana Tirkiyê kiribû.
Herwiha niha pêwendiyên Fransa û Tirkiyê, gelekî aloz in.