Hikûmeta Alman: Li Iraq û Sûriyê 500 DAISiyên Alman hene
PeyamaKurd – Hikûmeta Almanyayê ragihand ku niha li Sûriye û Iraqê herî kêm 500 endamên DAIŞê hene û hîn jî li herêmên şer 480 endamên DAIŞê yên hemwelatiyên Almanyayê hene.
Wezareta Navxwe ya Federalî li ser pirsnameyeke Partiya Demokrata Azad (FDP) ragihand ku li gorî texmînên wan li Sûriye û Iraqê 500 endamên DAIŞê hene ku 480 ji wan jî hîn li qadên şer in.
Di bersiva pirsnameyê de hatiye gotin, li Sûriye û Iraqê 119 cîhadiyên hemwelatiyên Alman ên temenê wan bin 18 saliyê di girtîgehê de ne yan jî bi awayên din hatine girtin.
Li gorî bersivê niha 110 ji wan DAIŞiyên Alman li Sûriyê dimînin ku 37 ji wan mêr in, 73 kes jî jin in. Herwiha tê destnîşankirin ku piraniya DAIŞiyên Alman ne girtî ne û li herêmên DAIŞ çalak e bi serbestî tevdigerin.