TR KU SO
FB X
Cîhan

Hikûmeta Japonyayê biryar da ku cezayên Sûriyeyê rake

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2026 20:45

PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Japonyayê, hikûmetê biryar da ku cezayên aborî û ambargoyên li ser çend şîrket û wezaretên Sûriyeyê yên di sektorên petrol, bank û telekomunîkasyonê rakê.

Di çarçoveya vê biryarê de, cezayên ku li ser Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê, Banka Bazirganiyê û her wiha wezaretên parastin û karên hundir hatibûn sepandin dê werin rakirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî van sivikkirinan, cezayên li ser 59 kes û 18 sazî û dezgehên Sûriyeyê yên din hîn jî di meriyetê de ne û nehatine rakirin.

Parve bike: