TR KU SO
FB X
Cîhan

Hilbijartinên Libyayê salekê hatin pasxistin

Admin H
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2021 18:24

PeyamaKurd – Hilbijartinên seroktî û parlamentoya Libyayê ku biryar hatibû dayîn îro 24ê Kanûna 2021ê werin kirin, ji bo salekê hatin paşxistin.

Beriya çend rojan aliyên siyasî û leşkerî yên Libyayê car din dest bi şerê hev kiribûn û dîsa alozî derketibû. Hêzên General Xelîfe Hefter û hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Libyayê careke din rûbirûyî hev bûbûn.

Komîsyona Hilbijatinan a Libyayê li ser alozî û nakokiyên navbera aliyan pêşniyar kir ku qonaxa yekem a hilbijaretinên serokatiya Libyayê di 24ê Çileya 2022an de bên kirin.

Herwiha heta niha komisyonê lîsteya dawî ya namzedan jî belav nekiriye ku hejmara wan digihe 73 kesan.

Hêjayî gotinê ye, temenê hikûmeta niha ya Libyayê ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe jî îro 24ê Kanûnê bidawî dibe, lê ji ber ku Debîbe ne namzedê serokatiyê ye, wê posta serokwezîriya hikûmeta demkî berdewam bike.

Parve bike: