TR KU SO
FB X
Cîhan

Hilbijartinên parlementoya Lubnanê paş de xistin

Admin M
Nivîskar
📅 09 adar 2026 20:36

PeyamaKurd – Parlementoya Lubnanê bi sedema şerê navbera Îranê û – Îsraîl-Amerîkayê plana ku di meha Adarê de li Lubnanê hilbijartina parlementoyê bihata kirin, paş de xist. Hem niha li Başûrê Lubnanê di navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê de şerekî tund heye.

Parlemento di civîna xwe ya îro de, biryara paşdexistina hilbijartinê da. Bi biryarê re, wezîfa parlementoya Lubnanê 2 sal dirêj kir û roja kirina hilbijartinan diyar nîne.

76 parlementer bi erênî û 41 parlementer bi neyînî dengan dan. Dengê 4 parlementeran jî be terefin.

Hat ragihandin ku grûba Hîzbûllahê ya 13 parlementeran pêk tê, bo dirêjkirina wezîfa parlementoyê dengan daye.

Parve bike: