Hişyariya ewlehiyê ya DYAyê ji bo hemû welatiyên Amerîkayê
PeyamaKurd - Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Bexdayê, ji ber zêdebûna rageşiya ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn û xetereya xerabtirbûna rewşê hişyariyeke lezgîn parve kir û ji hemû welatiyên xwe daxwaz kir ku baldar bin xwe bigihîjînin cihê ewle.
Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe ya îro (23yê Tîrmeha 2026an) de diyar kir ku rewşa ewlehiyê aloziya xwe diparêze û geşedanên nediyar dikarin rû bidin.
Di peyamê de hat xwestin ku welatiyên Amerîkayê yên li herêmê ji bo betalkirina geştên hewayî, girtina qada hewayî û derengketina seferan amade bin, ji ber ku hin şîrketên deryayî û hewayî ji ber van aloziyan seferên xwe paşve xistine an jî bi temamî betal kirine.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ne tenê saziyên li herêmê, di heman demê de nûnertiyên li derveyî herêmê jî di bin xetereyê de ne û gengaz e Îran an jî komên nêzîkî wê zirarê bidin sazî, berjewendî û welatiyên Amerîkayê yên li seranserê cîhanê.
Her wiha bang li welatiyan hat kirin ku planên xwe yên seferê yên ji bo herêmê ji nû ve binirxînin.
Ev hişyariya ewlehiyê di demekê de hat tomarkirin ku êrîşên DYAyê yên li ser herêmên cuda yên Îranê 12 şev in berdewam dikin û Îran jî li beramberî vê yekê li hin beşên welatên Kendavê dide, ku ev rewş dibe sedema kûrbûna aloziyên serbazî û dorpêçkirina seferên hewayî yên li herêmê.