TR KU SO
FB X
Cîhan

Holanda: Bila Gurebozên Tirk li seranserê Ewropayê bên qedexekirin

Admin H
Nivîskar
📅 21 mijdar 2020 00:17

PeyamaKurd – Partiyên hevpeymanên hikûmeta Holandeyê pêşniyar kirin ku li seranserê Ewropayê Tevgera Gurên Boz ên Tirk were qedexekirin.

Sê partiyên şirîkên hikûmeta Holandeyê bi pêşkeşkirina pêşniyarqanûnekê daxwaz kirin ku Gurebozên Tirk li seranserê Ewropayê bên qedexekirin.

Pêşniyarqanûn çû ber dengdana 150 endamên meclîsa nûneran û bi dengê 147 endamên meclîsê hat qebûlkirin.

Tenê partiyekê destek neda pêşniyarqanûnê ku ew jî partiya DENK a ji Mexrîbiyan bû ku piştevaniya Tirkiyê dike.

Pêşî Fransayê li ser tevgerên nijadperestî yên Gurebozên Tirk biryara qedexekirinê derxistibû û piştre li Parlamena Almanya jî pêşniyara qedexekirina wê tevgerê hatibû pejirandin.

Parve bike: