TR KU SO
FB X
Cîhan

HRW: Îranê di mehekê de 87 kes îdam kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 tebax 2024 22:07

PeyamaKurd – Rêxistina Çaavdêriya Mafên Mirovan a bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ve Human Rights Watch (HRW) ragihand ku desthilata Îranê piştî hilbijartinên meha Hezîranê, di nav mehekê de 87 kes darve kirine. 

Lêkolînera Karûbarên Îranê ya HRWê Nahîd Neqişbendî eşkere kir, desthilata Îran "pêleke darvekirinê ya hovane" dimeşîne û pê re jî propagandaya hilbijartinên serokatiyê dike wekî ku guhertineke rastîn çêkiriye.

HRWê daye zanîn ku hikumeta Îranê ji demeke dirêj ve siyaseta darvekirinê li dijî xwepêşandanan dimeşîneç

Rêxistinê bi bîr xist ku desthilata Îranê di 6 mehên pêşî yên 2024an de 249 kes darve kirine.

Herwiha Rêxistina Efûyê jî daye xuyakirin, ji sedî 74ê darvekirinên li seranserê cîhanê yên sala 2023yan hatine tomarkirin, li Îranê ne.

Li aliyê din Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ne girêdayî hikumetê ragihand ku piştî hilbijartinan 7ê Tebaxê 29 girtî di 2 girtîgehan de bi awayekî komî hatine darvekirin. Hate gotin ku 26 kes li girtîgeha Qizil Hesar û 3 jî li girtîgeha navendî ya Kerecê hatine îdamkirin.

Parve bike: