TR KU SO
FB X
Cîhan

Hukumeta nû ya Cezayîrê ji meclisê baweriyê girt

Admin M
Nivîskar
📅 17 îlon 2021 02:17

PeyamaKurd – Li Cezayîrê hukumeta nû di bin serokatiya Eymen bin Abdurrahman de hat avakirin, di meclisê de ket ber dengdanê û ji meclisê baweriyê sitend. Serokê meclisa xelkê yê Cezayîrê İbrahim Buxali ragihand ku bernama hukumetê ji bo meclisê hatiye pêşkêşkirin û di meclisê de 318 kes dengên xwe bi erênî dane û 65 deng red dane. 20 parlementer nehatine dengdanê.

Li Cezayîrê, di 12 ê hezîranê de hilbijartina pêşwext hatibû kirin û serokkomar Abdulmecid Tebbun, di 7 ê tebaxê de wezîfa avakirina hukumetê dabû Eymen bin Abdurrahman.

Parve bike: