Hûsî: Em bo hevdîtinên çareseriya krîzê amade ne
PeyamaKurd – Hûsiyên ku li Yemenê bi desteka Îranê şer dikin ragihandin ku bo çareseriya krîzê bi awayekî ciddî amade ne hevdîtinan bikin. Ragihandin ji aliyê serokê konseya siyasî ya bilind ya Hûsiyan ji aliyê Mehdî El Meşat de, bi munasebeta cejna Qurbanê, di ajansa fermî ya Hûsiyan di SABA yê de hat kirin.
Meşat, got ku ew amade ne bo muzakereyan bikin lê divê müzakere bo aştiyê be, bi edalet be, piralî be, dorpêçan rakin, êrîşan bidin rawestandin, îşxalê bi dawî bikin, texrîbatên encama şer baş bikin û li ser van easasan dixwazin hevdîtinan bikin. Meşat bertekê nîşan da ku dorpêçan û birsê bo şer û muzakereyan bikartînin û got ku ev sûcekî şer e. Meşat weha got:
“Dorpêça ser xelkê Yemenê de di serî de, çawa nîşanên ciddî di pratîkê de em bibînin, em bo hevdîtinên durist û aştiyane amade ne.”