TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûsî: Erebistan ji bo ber li balafira sîvîl bigre seha me ya hewayî îhlal kir

Admin M
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2026 23:57

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenî yên bi desteka Îranê ragihandin ku Erebistana Sa’ûdiyê nehiştiye balafira sîvîl xwe deyne balafirgeha Sanayê û seha hewayî ya Hûsiyan îhlal kiriye.

Hîsî ragihandin ku eger rûdanên weha tekrar bikin, wê balafirgehên Erebistanê û berjewendiyên Erebistanê yên bejayiyê û deryayê bikevin ber êrîşa me.

Hat ragihandin ku balafir ya Îranê ye. Berdevkê Hûsiyan got:

“Balafir ji bo heyeta Hûsiyan here Îranê û tevlî merasima cenazê Hamaney bibe, hatiye Sanayê. Heyeta Hûsiyan car din li balafirê siwar bûye û bi hewa ketiye.”

Parve bike: