TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûsiyan balafirgeha Sanayê bo balafirên NH girt

Admin M
Nivîskar
📅 10 îlon 2020 04:03

PeyamaKurd- Hûsiyên Yemenê balafirgeha payîtext Sanayê bo seferên Neteweyên Hevgirtî girt. Hûsiyan sedema betalkirina seferên balafirgeha Sanayê bo Neteweyên Hevgirtî nîşan da ku benzîna an ku ardûya bo balafiran qediyaye û lewra seferan betal kirine.

Ajansa aîdê Hûsiyan ya bi navê SABA yê ragihand ku hukumeta Hûsiyan ya ku ji aliyê navdewletî de rewa nayê qebûlkirin, wezîrê Hukumeta Hûsiyan yê ragihandinê Zekeriyya eş-Şamî, berpirsê baregeha NH Matthew Leslie û nûnerê Bernama Xida ya Dinyayê Alî Riza li Sanayê hevdîtin kirine. Eş-Şamî got ku bi sedema benzîna bo balafirgehê tê tehsîskirin qediyaye, seferan betal kirine.

Eş-Şamî ragihand ku bo çareserkirina benzîna balafiran bi Neteweyên Hevgirtî re, li çareseriyê digerin.

Parve bike: