Cîhan
Hûsiyan li Mearîbê balafireke kesfê xist xwar
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên girêdayî Îranê ragihandin ku wan balafireke keşfê xistiye xwar.
Li gorî ragihandina berdevkê hêzên çekdar ên komên Ensarellah El-Husî Yehya Serî balafireke bêmirov a keşfê (Scan Eagle) li parêzgeha Mearibê hatiye xistin.
Li gorî zanyariyan balafira hatiye xistin ya Koalîsyona Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ye.