Cîhan
Husiyan, li Yemenê 5 sivîl kustin!
PeyamaKurd- Husiyên ku Îran piştgiriya wan dike, li bajarê Marîbê yê Yemenê êrîşî sivîlan kirin. Di encama êrîşa bombeyî de 5 sivîl hatin kuştin û 20 sivîl jî birîndar bûn.
Erkdarên Navenda Ewlehiya Marîbê ragihand ku çekdarên Husiyan ji navçeya Sarvahê bi moşekên Katyuşa êrîşî herêmên sivîlan kirin û di encamê de 5 sivîl hatin kuştin û 20 sivîl jî birîndar bûn.
Jê ditirsin ku hijmara miriyan zêdetir bibe.
Çiyayê Heyelanê yê li Rojavayê Marîbê di bin qontrola Husiyan de ye. Gelek caran ji vê herêmê êrîşî herêmên sivîlan dikin.