Îdia: Pentagon ji bo operasyoneke bejahî ya bi hefteyan amadekarîyê dike
PeyamaKurd - Hate îdiakirin ku Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) ji bo operasyoneke bejayî ya muhtemel a bi hefteyan li Îranê bidome, amadekariyan dike.
Di demeke ku "Operasyona Hêrsa Destanî" ya Amerîkayê li dijî Îranê berdewam dike de, rojnameya Washington Postê îdiayeke balkêş kir û bi zarê çavkaniyên hikûmetê ragihand, Pentagon ji bo qonaxeke nû ya şer amade ye ku ev plana nû ji êrîşên her du aliyan ên di 4 hefteyên dawî de "bi awayekî berçav xetertir e."
Rayedaran diyar kir ku ev operasyon ne dagirkirineke tam e, lê belê dibe ku bi beşdariya hêzên taybet wekî serdegirtinan pêk bê. Ev jî dibe ku leşkerên Amerîkayê li hemberî dron, moşek û teqemeniyên destçêkirî rû bi rû bihêle.
Li aliyê din, tê gotin ku Pentagon li ser vebijarkên wekî operasyonên li dijî navenda hinardekirina neftê ya Girava Xargê û serdegirtinên li herêmên peravê yên nêzî Tengava Hurmuzê hûr dibe. Derbarê dema operasyonê de di navbera rayedaran de nêrînên cuda yên wekî "çend hefte" an jî "çend meh" hene.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt derbarê van îdiayan de şîrove nekir lê got: "Erka Pentagonê ye ku ji bo Serfermandarê Giştî vebijarkên herî zêde amade bike. Ev nayê wê wateyê ku Serok biryarek daye."